Hêzên Hevpeymana Navneteweyî wê xwe ji baregeha Eyn el Esed vekişînin

Rayedarê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê diyar kir ku hêzên Hevpeymana Navneteweyî hefteya bê, wê xwe ji baregeha Eyn el Esed vekişînin.

Cîgirê Fermandariya Operasyonên Hevbeş ya Iraqê Qeys Mihemedawî derbarê dema vekişîna hêzên Hevpeyman yên li Iraqê, daxuyaniyek çapemeniyê da.

Qeys Mihemedawî da zanîn ku sala 2025’an diwarê ewlekariyê de serkeftî derbaz bûye, çete kêm û bê ziyan bûne.

Mihemedawî diyarkir ku wê Hêzên Hevpeymana Navneteweyî hefteya bê ji baregeha asîmanî ya Eyn Esed vekişin.

Li gorî Mihemedawî îsal 39 çeteyên DAIŞ’ê di encama êrişên balafirên şer de hatine kuştin, herwiha rêjeya dizîkirinê ya li sînorên Iraqê jî gihiştiye ji sedî sifir.

Di dewamê de Mihemedawî got; “Wê di sala nû de berpirsyartiya ewlekariyê ya parêzgehan, bikeve ser milê Wezareta Karê Hindir. Herwiha hemahengiya bi pêşmergeyan re ya ji bo parastin û ewlekariya herêmê jî dewam dike.”